Hêzên Amerîkî li nêzîkî Girê Spî dest bi tevgerê kirin

11 cotmeh 2019 16:02
Hêzên Amerîkî li nêzîkî Girê Spî dest bi tevgerê kirin

PeyamaKurd – Di demekê de ku êrîşa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê di roja sêyem de berdewam e û hêzên HSD û YPGê berevaniyê dikin, îro hêzeke Amerîkayê li bajarokê Silûk ê li rojhilatê Girê Spî hat dîtin.

Li gorî nûçeya Rûdawê, îro hêzeke Amerîkayê li bajarokê Silûk ku dikeve rojhilatê Girê Spî hat dîtin. Ew hêza Amerîkî ji 6 wesayîtên Hummer û wesayîteke Land Cruiser pêk hatiye.

Piştî destpêkirina êrîşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê, ev cara yekem e ku hêzeke Amerîkî li nêzîkî cihê şer û bi taybet bajarê Girê Spî tê dîtin.

Bajarokê Silûkê li rojhilatê Girê Spî ye û dikeva navbera Girê Spî û Serê Kaniyê. Ev yek di demekê de ye, ku artêşa Tirkiyê îro di sêyemîn roja êrîşa li ser Rojavayê Kurdistanê de, topbaran û bombebarana herdu bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê dest pê kiriye.


Trump: Tenê 3 vebijarkên me hene, dibe ku em navbeynkariya Kurdan û Tirkiyê bikin

Wezareta Derve ya Amerîkayê: Em operasyona Tirkiyê ya li Sûriyê napejirînin