Hêzên Amerîka êrîs birin ser Es-Sebabê: 6 kustî

08 rêbendan 2019 01:47
Hêzên Amerîka êrîs birin ser Es-Sebabê: 6 kustî

PeyamaKurd- Amerîka bi balafiran êrîş kir ser endamên Eş-Şebabê ya li welatê Somaliyê û di encamê de 6 kesan kuştin. Li gor ragihandina fermandariya Amerîka ya Afrîkayê (AFRICOM); bo kêmkirina tevgera rêxistinê hêzên hewayî êrîşê birine ser endamên rêxistinê. Êrîş li herêma Şabel a başûr çêbû.

Amerîka ragihand ku wê bi hevkarên xwe yên Somalî û navdewletî re têkoşîna xwe bidomîne. Amerîka 5 roj berê jî di êrîşa hewayî de bo ser Eş-Şebabê 10 çekdarên wan kuştibû.