Hêzeke polîsên Iraqê terorîstek li Kerkûkê kustin

20 cotmeh 2020 11:11
Hêzeke polîsên Iraqê terorîstek li Kerkûkê kustin

PeyamaKurd – Li bajarê Kerkûkê, dema terorestekî bombeyek li parêzgeha Kerkûkê vedida, hat kuştin.

Li gor Nivîsgeha Ragihandinê ya Fermandariya Hêzên Polîsa Federalî diyar kir, hêzeke Firqeya 5 a Polîsa Federalî îro teroristekî kuşt. Ew terorist hewl dida bombeyekê li ser rêya Kerkûk û Selahedîn veke.

Herwiha da zanîn, wî teroristî hewl dida bi wê bombeyê karwana Firqeya 5 ê Polîsa Federalî armanc bigire. Her çend e dema terorist hatiye dorpêçkirin, hewl da xwe biteqîne, lê ji aliyê wê hêza Polîsa Federalî ve hat kuştin.