Hêzeke asmanî ya Rûsî daket bajarê Kharkivê û bajarê Kherson jî ket destê wan
PeyamaKurd – Hêzeke asmanî ya Rûsî daket bajarê Kharkivê û êrîşî nexweşaneyekê kir û bajarê Khersonê yê li başûrê welêt jî, îro di saetên serê sibê de ket destê hêzên Rûsyayê.
Artêşa Ukraynayê bi daxuyaniyekê da zanîn, şeva borî hêzeke asmanî ya Rûsî li bajarê Kharkivê daket û êrîşî nexweşaneyeke wî bajarî kir. Niha li bajarê Kharkivê şer û pevçûn di navbera artêşa Ukrayna û hêzên Rûsî de bi giranî berdewam in.
Herwiha destnîşan kir, hêzên Rûsî roja Yekşema borî jî êrîşî ser Kharkivê kir û derbasî bajêr bûn, lê hatin şikandin.
Kharkiv duyemîn bajarê herî mezin ê Ukraynayê ye, li rojhilatê Kîevê dikeve û bi qasî 50 k.m dûrî sînorê Rûsyayê ye.
Li gor agahiyan, mala operayê, salona konserê û ofîsên hikûmetê yên li Meydana Azadiyê ya li navenda bajarê Kharkivê jî hatin bombebarankirin. Berpirsên xwecihî yên Kharkivê ragihand; di bombebaranê de herî kêm 10 kes hatine kuştin û 35 jî birîndar bûne.
Bajarê Khersonê yê li başûrê welêt, îro di saetên serê sibê de ket destê hêzên Rûsyayê.
Şaredarê bajarê Kherson bang li hikûmetê û rêxistinên hawarhatinê kir, alîkariyên xwarin û derman bigihînin bajar û birîndaran derxînin.
Ajansa BBCyê li ser zarê endamekî Encûmena Xwecihî belav kir; dora 200 kesî hatin kuştin, piraniya wan sivîl in.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin