Heyva Sor a Îranê: 36 hezar avahiyên sivîl zirar dîtin e
Heyva Sor a Îranê ragihand ku êrîşên ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve tê kirin heta niha 36 hezar 593 avahiyên sivîl zirar dîtine.
RûpelNews - Heyva Sor a Îranê derbarê êrîşên berdewam ên Amerîka û Îsraîlê yên li dijî Îranê de daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku 36 hezar 593 avahiyên sivîl zirar dîtine, ku piraniya wan xanîyên sivîl û avahiyên xizmetguzariya giştî bûn.
Di daxuyaniya Heyva Sor de wiha hat gotin:
"Li gorî raporên meydanî û agahiyên berhevkirî, 36 hezar 593 avahiyên sivîl di encama êrîşên berfireh û hedefgirtî yên li ser deverên sivîl de zirar dîtine."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku piraniya avahiyên zirar dîtine xanî û navendên xizmetguzariya giştî ne ku rasterast bandorê li jiyana rojane dikin.
