Heyetên Rûsya û Amerîkayê dicivin

24 tîrmeh 2021 04:28
Heyetên Rûsya û Amerîkayê dicivin

PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Amerîkayê ragihand ku di 16 ê hezîranê de serokê Amerîkayê Joe Biden û serokê Rûsyayê Vladimir Putin li Îswîçreyê hevdîtin kiribûn. Weka dewama wê hevdîtinê dê heyetên Rûsya û Amerîkayê di 28 ê tîrmehê de li Cenewreyê li ser mijara îstîqrara stratejîk lihev bicivin û wezaret weha got:

“Wê serokatiya heyeta Rûsyayê cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov û serokatiya heyeta Amerîkayê cîgira wezîrê karên derve Wendy Sherman bike. Di civînê de dê li ser mijara parastina îstîqrara stratejîk, xwurtkirina wê, kontrola çekan û mijarên bi wan re pêwendîdarin bê axaftin.”