Heyeta Amerîkî seredana Barzanî kir
PeyamaKurd- Serokwezîrê herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî pêşîwaziya heyeta Amerîkî kir ku di nava heyeta wan de sanator Linsi Graham, balyozê Amerîka li Iraqê Doglas Siliman, konsulê Amerîka yê li Kurdistanê Kin Gros û şanda leşkerî li gel wan hebû.
Şanda Amerîka bi serokwezîrê Kurdistanê re di gelek mijaran de gotûbêjan kir. Nêçîrvan Barzanî û şanda Amerîka rewşa Iraq û Sûriyê gotûbêj kirin, li ser rewşa navçeyê û tevgera vê dawiyê ya DEAŞê axifîn. Behsa koçberan, bizava pêşmerge ya li dijî DEAŞ ê, gefên DEAŞê yên li ser pêkhateyan, alîkariyên mirovî û eskerî yên Amerîkayê bo herêma Kurdistanê mijarên wan yên sereke bûn.
Behsa vegera koçberên li Kurdistanê mijareka din ya hevdîtinê bû ku Barzanî ragihand ew amade ne da alîkarî bikin ku koçber dagerin cî û warên xwe. Cîbicîkirina qanûna esasî li Iraqê û parastina hemû mafên pêkhateyan û Kurdan mijareka din ya axaftina wan bû.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin