Heyeta Amerîkayê ji bo danûstandinên pistgiriyê li Tirkiyê ye

02 adar 2020 23:27
Heyeta Amerîkayê ji bo danûstandinên pistgiriyê li Tirkiyê ye

PeyamaKurd – Şandeke Amerîkayê ya ji Nûnerê Daîmî yê Neteweyên Yekbûyî Kelly Craft û Nûnerê Sûriyê yê Amerîka James Jeffrey, pêk tê piştî alozbûna rewşa Idlibê ku Tirkiyê daxwaza patrîotan û alîkariyê kiribû gihîşt Tirkiyê.

Heyeta Amerîkayê li paytexta Tirkiye Enqerê hat pêşwazîkirin ku çav li rê ye heyeta Amerîkî serdana bajarê Hatay yê hevsînorê Sûriyê jî bike.

Herwiha ji bilî danûstandinên bi berpirsên dewletê re, biryar e heyeta Amerîkî bi nûnerên saziyên civaka sivîl re jî hevdîtinan pêk bîne.

Piştî êrîşa kuştina 36 leşkerên Tirk li Idlibê û gurbûna şerê li Idlibê ku nakokiyên Tirkiye-Rûsyayê xwe dabûn der, Tirkiyê ji NATO û Amerîkayê alîkarî xwestibû û daxwaza pergalên moşekî patriotan kiribû.