Hewlêr wek bajarê herî paqij li seranserê Iraqê hat hilbijartin

07 berfanbar 2020 19:20
Hewlêr wek bajarê herî paqij li seranserê Iraqê hat hilbijartin

PeyamaKurd – Paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêr li seranserê Iraqê wekî bajarê herî paqij hat hilbijartin.

Berpirsê Xizmetên Jîngeh û Hawîrparêziyê yê Şaredariya Hewlêrê Ferman Xelîl ragihand ku Hewlêr wekî bajarê herî paqij hatiye hilbijartin û got, “Karê paqijiyê di navbera 6 şaredariyan de li Hewlêrê hatiye dabeşkirin. Rojane bêhtirî 2 hezar ton çop li Kanî Qarjalê têne avêtin.”

Xelîl ji bo hişyariya bo paqijiyê spasiya xelkê Hewlêrê jî kir û ragihand, xebatên wan ên bo avakirina fabrîkayeke veguherandina çopan berdewam dikin.