Hewlêr û Bexdayê li ser xalekê li hev kirin!

24 tebax 2019 13:02
Hewlêr û Bexdayê li ser xalekê li hev kirin!

PeyamaKurd - Fermangeha Peyvendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigehîne ku Hewlêr û Bexda li ser xalekî geheştine rêkeftinê.

Fermangeha Peyvendiyên Derve bi daxuyaniyekî ve ragehand, li gel Wezîrê Derve yê Iraqê li hev kirine ku li ser beşdarkirina Nûnerê Herêma Kurdistanê li hemû konferansên Navnetewî yên ku Iraq beşdarî bike de amade be.

Pisporê peyvendî û yasayên navnetewî Çiwas Hesen ragehand, ev rêkeftine bo pêşeroja Hewlêrê giring e, ji ber ji naha û pê de her konferans û kongreyekî navnetewî pêkbê, nûnerê herêma Kurdistanê dê ji naveroka wê bê agahdarkirin û dikare rêgir be li her lihevkirina li dijî Herêma Kurdistanê.