Hewlêr û Bexda li ser hinardekirina petrolê li hev kirin

17 adar 2026 21:49

Herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî ya Iraqê ji bo ji nû ve destpêkirina hinardekirina petrolê li hev kirin.

Hewlêr û Bexda li ser hinardekirina petrolê li hev kirin

RûpelNews - Li gorî agahiyan, Herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî ya Iraqê ji bo ji nû ve destpêkirina hinardekirina petrolê li hev kirine.

Li gorî çavkaniyên K24ê, biryar e ku hinardekirin sibê ji nû ve dest pê bike.

Di çarçoveya peymanê de, her du alî dê komîteyek hevbeş ava bikin da ku ewlehiya zeviyên petrolê biparêzin û misoger bikin.

Ev gav ji bo berdewamiya rêkûpêk a hilberîn û hinardekirina petrolê li herêmê girîng e.