Hewlêr | Serokwezîr Barzanî pêswazî li Çavusoglu kir
PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu îşev gihîşt Hewlêr a paytexa Herêma Kurdistanê û ji aliyê Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ve hat pêşwazîkirin.
Çavuşoglu li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Kurdistanê Felah Mistefa û rayedarên konsûlxaneya Tirkiyê ve hat pêşwazîkirin.
#Kurdistan Region Prime Minister @PMBarzani received Turkish Foreign Minister @MevlutCavusoglu tonight in #Erbil. pic.twitter.com/wKPcIsZzoV
— KRG (@Kurdistan) 28 Nisan 2019
Çavuşoglu îro li Bexdayê bi Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî, Wezîrê Derve yê Iraqê Muhammed Hekîm, Serokê Parlamentoyê Muhammed Helbûsî û nûnerên civaka tirkmenî re hevdîtin pêk anîn.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê di çarçoveya serdana xwe ya Iraqê de, îro serdana parêzgeha Besrayê jî kir û bi parêzgarê Besrayê Esed el Îdanî re jî civiya.
Çavuşoglu dê li Kurdistanê jî bi rayedarên pilebilind ên Herêma Kurdistanê re di derbarê têkiliyên navbera Enqere-Hewlêrê, rewşa dawî ya li Iraqê û geşedanên li navçeyê gotûbêj bike.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin