Hewlêr | Projeya hilberîna elektrîka bi rojê hat vekirin

02 îlon 2021 22:05
Hewlêr | Projeya hilberîna elektrîka bi rojê hat vekirin

PeyamaKurd – Li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê projeyeke hilberîna elektrîkê ya bi enerjîya rojê hat vekirin.

Parêzgariya Hewlêrê bi daxuyaniyekê ragihand, bi amadebûna Wezîrê Elektrîkê û Parêzgarê Hewlêrê û Serokê Desteya Parastina Jîngeha Herêma Kurdistanê, projeya berhemanîna elektrîkê ji enerjiya rojê hat vekirin.

Projeya berhemanîna elektrîkê ji enerjiya rojê li Dibistana Cambridge a Navdewletî ya li bajarê Hewlêrê, bi amdebûna Wezîrê Elektrîkê û Parêzgarê Hewlêrê û Serokê Desteya Parastina Jîngeha Herêma Kurdistanê hat vekirin.

Di daxuyaniya Parêzgariya Hewlêrê de hat gotin, berhemanîna vê projeyê 230 kîlowatt elektrîk e.

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw di vekirina projeyê de destxweşî li îdareya dibistanê kir û wiha axivî:

“Em weke parêzgarî piştgirî didin hemû projeyên bi vî rengî, pêkanîna vê projeyê, tenê dabînkirina elektrîkê ji bo dibistanekê nîne, di heman demê de parastina jîngehê ye jî, tevî vê ji aliyê aborî ve sûd wergirtina ji keş û hewa û jîngeha Kurdistanê ye, ku di gelek waran de dikarin sûdê jê werbigrin.”