Hewlêr | Karantînaya Sêbîran hat rakirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku karantînaya bo vîrusa koronayê li devera Sêbîran a Hewlêrê îro 5ê Nîsanê hat rakirin ku encama 100 testên dawî yên Covid-19 jî negatîf derketin.
Hat zanîn ku doh biryar bû, karantîna were rakirin ji ber ku 14 roj bi ser karantînayê de derbas bûbûn, lê belê li benda hin encamên pişkînên Covid-19 man ku îro bi tevahî karantîna hat rakirin.
Hat ragihandin ku hêzên Pêşmerge jî piştî rakirina karantînayê ji Komelgeha Sêbîran vedikişin, lê qedexeya hatinûçûnê wê berdewam bike û hêzên ewlekarîyê wê erkên xwe berdewam bikin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin