Hewlêr ji 'Sampiyoniya Rojavayê Asyayê' re amade ye

02 tebax 2019 20:31
Hewlêr ji 'Sampiyoniya Rojavayê Asyayê' re amade ye

PeyamaKurd – Serokê Federasyona Gogê ya Iraqê û Serokê Komîteya Yekîtiya Gogê ya Rojavayê Asyayê ji bo amadekariyên dawî bo yariyên duyem ên Şampiyoniya Futbolê ya Asyayê serdana Stadyûma Franso Herîrî ya Hewlêrê kirin.

Serokê Federasyona Futbolê ya Iraqê Ebdulxaliq Mesûd tevî Serokê Tîma Hewlêrê Elî Cebar Elesedî û Birêveberê Yekîtiya Rojavayê Asyayê ya Futbolê Husên Seîd, li Hewlêrê serdana yarîgeha Franso Herîrî kirin û ji bo amadekariyên dawî yên yarîyên koma dûyem danûstandin pêk anîn.

Yariyên çaryeka duyem roj yekşemê dest pê dikin. Di koma yekem de pênc tîmên; Iraq, Suriye, Yemen, Filîstîn û Lubnan rikeberiyê dikin. Di Koma Dûyem de jî Erebistana Siûdî, Kuweyt, Behreyn û Ûrdin cî digirin.

Şampiyoniya Futbolê ya Rojavayê Asyayê piştî şerê kendavê yekem Şampiyoniya Futbolê ye ku li Herêma Kurdistanê û Iraqê tê lidarxistin.