Hewlêr ji komên gestiyariyê re tê vekirin
PeyamaKurd – Bajarê Hewlêrê ji hefteya bê ve, ji komên geştiyarê re tê vekirin.
Di derbarê geşta li Hewlêrê, Desteya Giştî ya Geştûguzariya Herêma Kurdistanê, di daxuyaniyekê de belav kir û diyar kir “Li gor biryara Ferset Sofî, Parêzgeha Hewlêrê ji roja yekşema bê ve, dê bazgehên bajarê Hewlêrê ji komên geştiyariyê re vekin”.
Herwiha 21ê vê mehê, Jûriya Operasyona Parêzgeha Hewlêrê biryar da, li hemû Dûkan û Bazar û navendên bazirganiyê û tevahiya ew cihên ji bo xizmeta welatiyan vekirîne, divê rêkarên tendirustiyê û rêkarên xweparêziyê bê bi cîhkirin û rê nedin tu kesek bêyî girêdana rûpêçan biçê jor, herwiha ew bi xwe jî rûyên xwe bipêçin, bi berevajiya van rêkarên yasayî, li beramber wan kesan li ber digrin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin