Hewlêr | Di malekê de 1500 demançeyên qaçax hatin desteserkirin
PeyamaKurd - Li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, di nav malekê de 1500 demançe hatin desteserkirin ku cureya wan jî ‘demançeyên tirkî’ ne û bi qaçaxî hatine derbaskirin.
Li gorî zanyariyan li nava maleke li taxa Hewlêra Nû, hêzên ewlehiyê dest danîne ser 1500 demançeyan ku di nava kelûpelên malê de hatibûn veşartin.
Efserê ji Rêveberiya Giştî ya Asayişa Hewlêrê Mulazim Reşwan Azad, spasiya welatiyan kiriye ku destpêkê zanyarî dane wan û piştre bi hevahengiya hêzên ewlehiyê wan kariye dest deynîn ser wan çekan û xwediyên wan jî desteser bikin.
Mulazim Reşwan Azad diyar kiriye ku ew demançe bi perçe perçe bi qaçaxî derbasî Hewlêrê bûne û di malekê de hatin komkirin û gotiye: “Ev cure demançe gelek bi tirs in, ji ber ku nirxê wê erzan e û pêştir jî hinek kes hatibûn desteserkirin ku bi wê cure demançeyê kes kuştibûn.”
Hat zanîn ku ew cureyên demançeyên tirkî ne û di nava xelkê de bi demançeya “Heşda Şeibî” tê naskirin. Nirxê wê li hember cureyên din erzan e ku di navbera 120 ta 135 Dolaran de ye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin