Hewlêr | Di 35. salvegera wefata Idrîs Barzanî de panelek tê sazkirin
30 rêbendan 2022 20:10
PeyamaKurd - Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê ragihand ku ew di salvegera koça dawî ya Idrîs Barzanî de panêlekê saz dikin.
Di daxuyaniya Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê de hatiye gotin, ew dê sibê (31 Çileyê 2022) li Hewlêrê bi helkefta 35 saliya koça dawî ya Idrîs Barzanî panêlekê saz bikin.
Yekîtiya Qutabiyan daye xuyakirin, mijara panelê li ser rola Idrîs Barzanî di xebata rizgarîxwaza gelê kurd de ye.
Idrîs Barzanî ku kurê mezin yê Mela Mistefa Barzanî bû, sala 1944 li devera Barzan ji dayîk bûye û roja 31ê Çileya sala 1987an li gundê Rajan yê bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê koça dawî kiriye.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Îdrîs Barzanî di 36emîn salvegera wefata xwe de tê bibîranîn
31 rbn 2023
Magazîn
Îro salvegera 38emîn a wefata Îdrîs Barzanî ye
31 rbn 2025
Magazîn
Hewlêr | 5emîn Tûrnûvaya Kisikê ya Barzanî dest pê kir
15 adr 2025
Magazîn

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin