Hewlêr | Li Bazara Lenge sewatek mezin derket!

28 sibat 2024 13:02
Hewlêr | Li Bazara Lenge sewatek mezin derket!
PeyamaKurd – Li Bazara Lenge ku wek bazara destan a Hewlêrê jî tê naskirin, şewat derket. Midaxeleya li hemberî şewata ku gelek dikan şewitîn, dewam dike.

Li Bazara Lenge ya ku yek ji mezintirîn bazarên Hewlêrê ye, do danê êvarê şewat derket.

Ekîbên îtfaiyeyê yên hatin cihê bûyerê hewl dan midaxeleyî şewatê bikin.

Çavkaniyên herêmê diyar kirin ku gelek dikan teslîmî şewatê bûne.

Hat diyarkirin ku şewat ji ber elektrîkê derketiye, lê heta niha daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.