Hevserokên HDPê: Em ê 2020an bikin sala azadî, wekhevî, astî, dadwerî û demokrasiyê

01 rêbendan 2020 15:00
Hevserokên HDPê: Em ê 2020an bikin sala azadî, wekhevî, astî, dadwerî û demokrasiyê

PeyamaKurd - Hevserokên Giştî yên HDPê Pervîn Buldan û Sezaî Temelî, peyama bi boneya sersalê peyamek belav kirin.

Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di peyama xwe de hêviyên derbirîn ku sala nû, sala 2020an ji bo gelan azadî, wekhevî, aştî, dadwerî û demokrasiyê bîne.

Hevserokên HDPê herwiha teqezî li ser berdewamiya têkoşîna bo aştî, dadwerî, azadî, wekhevî û demokrasiyê kirin û gotin, “Me sala 2019an bi sekna têkoşîna bi biryarî û baweriyê bi dawî kir. Em ê bi biryar û sekna wêrek a gelê xwe, sala 2020an bikin sala azadî, wekhevî, aştî, dadwerî û demokrasiyê.”

Herwiha hevserokên HDPê ragihandin, “Em bawer dikin ku di sala 2020an de em ê bi têkoşînê jiyanek nû ava bikin û bi vê têkoşînê em ê xwe bigihînin demokrasî, azadî, aştî û dadweriyê.”