Hevseroka DEMê: Di nav dewletê de fraksiyonek li dijî pêvajoyê ye

17 nîsan 2026 19:59

Hevseroka Partiya DEMê Tulay Hatimogulları derbarê pêvajoya çareseriyê de got: "Di nav dewletê de fraksiyonek heye ku naxwaze pêvajo bidome, û ev fraksiyon bala xwe daye ser Îranê."

Hevseroka DEMê: Di nav dewletê de fraksiyonek li dijî pêvajoyê ye

RûpelNews - Hevseroka Partiya DEMê Tulay Hatîmogullari, li Barcelonaya Îspanyayê beşdarî civîna yekem a Tevgera Pêşverû ya Cîhanî ya ku bi hevkariya Navneteweyî ya Sosyalîst û Partiya Sosyalîstên Ewropayê tê lidarxistin bû. Hatimogullari li vir li ser pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê ku li ser pirsa Kurdî hatiye destpêkirin axivî.

Hatimoğulları tekez kir ku di nav dewletê de fraksiyonek heye ku dixwaze dawî li pêvajoyê bîne û wiha got: "Heke hûn bipirsin ka di nav dewletê de fraksiyonek heye ku naxwaze pêvajo bidome, teqez fraksiyon û baskeke wiha heye ku naxwaze ev pêvajo berdewam bike. Ev fraksiyon bala xwe daye ser Îran û  Rojhilata Navîn û dixwaze di ser Îranê re pêvajoyê dîzayn bike."

Hevseroka DEMê ragihand di heman demê de di nav dewletê de fraksiyonek din jî heye ku dixwaze ev prose berdewam bike û biçe serî.

Li gor Hatîmogullari meseleya Kurd meseleyeke stratejîk e, ev ne mjareke wisa ye ku bi hilbijartinê re bên girêdan.

Hatîmogullari bang li rayedarên Tirkiyeyê jî kir da ku demildest gavên yasayî bên avêtin û wiha got: "Selahattîn Demirtaş, Fîgen Yuksekdag û hemû girtiyên siyasî hilbijartî bên berdan da ku baweriya civakê bi pêvajoyê hebe." (Çavakanî: T24)