Hevpeymaniya Navdewletî: Di êrîsa mosekî de kesek hat kustin û 6 kes jî birîndar bûn

16 sibat 2021 15:01
Hevpeymaniya Navdewletî: Di êrîsa mosekî de kesek hat kustin û 6 kes jî birîndar bûn

PeyamaKurd – Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, li ser êrîşa moşekî ya li Hewlêrê daxuyanî da û got, di encama êrîşê de, kesekî ku bi girêbest bi Hevpeymaniya Navdewletî re kar dikir, hat kuştin û 6 kesên din jî birîndar bûn.

Li gor Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî Kolonel Wayne Marotto diyar kir, şeva borî hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li Hewlêrê rastî êrîşeke moşekî hatin û di encama êrîşê de kesekî sivîl ku bi girêbest bi Hevpeymaniya Navdewletî re kar dikir, can da û 5 kesên din ên bi Hevpeymaniyê re kar dikin jî birîndar bûn.

Kolonel Wayne Marotto herwiha destnîşan kir, serbazekî Amerîkî jî di êrîşê de birîndar bûye. 

Şeva borî Hewlêr rastî êrîşeke moşekî hat, ku du moşek li taxa Wezîran, hejmarek din jî li nêzîkî Balafirxaneya Hewlêrê û du moşek jî li gundê Kanî Qirjale li nêzîkî Hewlêrê ketin.