Hevpeymaniya Navdewletî: Di bombardimanan de 1410 sivîl hatine kustin

30 cotmeh 2020 19:08
Hevpeymaniya Navdewletî: Di bombardimanan de 1410 sivîl hatine kustin

PeyamaKurd - Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê rapora xwe ya li ser têkoşîna dijî DAIŞê û windayên sivîl yên dema operasyonan eşkere kir.

Hevpeymaniyê bi daxuyaniyekê ragihandiye ku sala 2014an ji destpêka êrîşa leşkerî ya Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê ve, di encama bombebaranên balafirên Hevpeymaniyê de zêdetirî 1400 welatiyên sivîl li Iraq û Sûriyê jiyana xwe ji dest dane.

Hevpeymaniyê diyar kiriye ku ew kesên sivîl bêyî daxwaza wan bûne armanc û jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî daxuyaniyê, ji destpêka şer heta niha hevpeymaniyê kariye 110 hezar kîlometre çargoşe ji destê DAIŞê rizgar bike û zêdetirî 7.7 milyon welatiyan jî ji bin desthilata DAIŞê xilas bike.

Li gorî rapora hevpeymaniyê; di navbera meha Tebaxa 2014an heta dawiya Îlona 2020an de Hevpeymaniya Navdewletî 34 hezar û 917 êrîşên esmanî pêk anîne.

Herwiha hevpeymaniya Navdewletî li xwe mikur hatiye ku di encama bomberanan de 1410 welatiyên sivîl "bê mebest" bûne armanc û jiyana xwe ji dest dane.