Hevkariya Koma Qeyranê ya Navneteweyî û Tehranê desîfre bû
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku hikûmeta rejîma Îranê, di serdema serokatiya Barak Obama ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de, bi Koma Qeyranê ya Navneteweyî re hevpeymaniyeke veşartî pêk aniye û ev navenda lêkolînê ya navdar, ji bo berjewendiyên xwe bi kar aniye.
Di lêkolîna Îran Internationalê de diyar bûye ku rejîma Îranê, ji bo ku di mijara nukleerê de, lo gor berjewendiyên Tehranê zextan li rêveberiya Washingtonê bike.
Bi hezaran e-mail
Di lêkolînê de bi hezaran e-mailên ji dîplomatên Îranî hatine bi dest xistin û di van mailan de xuya dibe ku hevkariya Tehran û Koma Qeyranê ya Navneteweyî, bi rêya Navenda Lêkolînên Siyasî û Navneteweyî ku girêdayî Wezareta Derve ya rejîma Îranê ye, pêk hatiye.
Piştî bidestxistina van e-mailan, Îran International û dezgeha ragihandinê ya Semaphore a Amerîkî lêkolînên xwe kûrtir dikin.
Di encama van lêkolînan de belge û axaftinên bi pisporên beşdarên danûstandinên nukleerî de xuya dibe ku di danûstandinên navbera berpirsên rejîma Îranê û yên welatên din yên ku bi çalakiyên Tehranê yên nukleerî re eleqedarin yên di salên 2014 û 2015an de, vekolerên Koma Qeyranê ya Navneteweyî, helwêstên hikûmeta Îranê ku bi gelemperî li dijî helwêstên rêveberiya Obama ne, bi pêş xistine.
Di lêkolînê de bi hezaran e-mailên ji dîplomatên Îranî hatine bi dest xistin û di van mailan de xuya dibe ku hevkariya Tehran û Koma Qeyranê ya Navneteweyî, bi rêya Navenda Lêkolînên Siyasî û Navneteweyî ku girêdayî Wezareta Derve ya rejîma Îranê ye, pêk hatiye.
Peymana nepen a Tehran û ICGyê
Weke tê zanîn Koma Qeyranê û Tehranê di 2016an de peymaneke bi armanca hevtêgihîştinê îmze kiribûn ku qet nehatibû ragihandin.
Belge nîşan didin ku lihevkirina navbera Navenda Lêkolînên Wezareta Derve ya Îranê û Koma Qeyrana Navneteweyî, ji bo “danûstendinên zanistî û akademîk” ên navbera van her du aliyan de çarçoveyekê peyda kiribûn û armanca wê çarçoveyê jî “pêşvebirin û xurtkirina dostaniyê” û hevtêgihîştinê bû.
Koma Qeyranê ya Navneteweyî nêzîkî 10 salan di danûstandinên li ser bernameya atomî ya rejîma Îranê û rakirina guvaşên li ser Tehranê de roleke gring leyiztibû û pêşniyazên xwe yên di derbarê Tehranê de pêşkêşî berpirsên rêveberiya Barack Obama, Donald Trump, Joe Biden û endamên Kongreya DYAyê kiribû.
Lê belê Koma Qeyranê ti caran ranegihandibû ku bi Wezareta Derve ya Îranê re peymanekê îmze kiriye û vekolerên wê jî qet qala pêwendiyên xwe yên nêzîk ên li gel berpirsên rejîma Îranê nekiribûn.
Berdevka Koma Qeyranê Elissa Jobson ji Iran International re got: "Em li ser peymanên jihevtêgihiştinê li ser bingehê meseleyê naaxivin." Lê bi gelemperî, armanca peymanên me parastina ewlehiya karmendên xwe li deverên krîzê ye.
Şeş endamên payebilind ên dezgehên ramanî yên rojavayî, di hevpeyvînên xwe yên bi 'Iran International' û 'Semaphore'ê de, matmayîbûna xwe ji hebûna peymana fermî ya di navbera Koma Qeyranê û Navenda Lêkolînên Navdewletî û Siyasî ya Wezareta Derve ya Îranê de nîşan didin û wiha dipeyivin:
"Hevkariya bi hikûmetên biyanî, bi taybetî Îranê re, dikare nîgeraniyê li ser bêalîbûna navendên ramanî zêde bike û ji bo pêşdebirina berjewendiyên hikûmetên biyanî dibe amûrek."
Serokê Enstîtuya Ewlehî û Zanistî ya Navneteweyî David Albright dibêje: "Wezareta Derve ya Îranê bi berdewamî agahiyên derew û daxuyaniyên tund li dijî DYA, Îsraîl û welatên Ewropayê belav dike û kom bi çalakî û daxuyaniyên xwe belkî bi nezanî van daxuyaniyên rejîma Îranê diparêze."
Beriya niha jî hatibû ragihandin ku 10 vekolerên Îranî ku di nav wan de du karmendên niha yên Koma Qeyranê, Elî Vaez û Dîna Esfendiari jî hene, di saziyên lêkolînê yên rojavayî de ne û beşek ji tora bandorê ya ku ji hêla Tehranê ve hatiye ristin û birêvebirin in.
Rapor her wiha bibîr dixe ku Navenda Lêkolînên Siyasî û Navneteweyî ya rejîma Îranê, di 2013an de, di bin navê "Projeya Pisporên Îranê" de toreke ji vekolerên li derveyî Îranê ne pêk tê ava kiribû.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin