Hevdîtinên kêmtirîn mûçeyê li Tirkiyê dest pê dikin

11 berfanbar 2023 19:30
Hevdîtinên kêmtirîn mûçeyê li Tirkiyê dest pê dikin

PeyamaKurd - Li Tirkiyê hevdîtinên ji bo diyarkirina kêmtirîn mûçe ango mûçeyê herî kêm ku nêzîkî 7 milyon kesan eleqeder dikin îro di 11ê Berfembarê de, dest pê dikin.

Çavê bi milyonan kesan li ser wê yekê ye, ka dê mûçeyê herî kêm çiqasî bê zêdekirin?

Cara ewil e ku di komisyona hevdîtinan de çar karker jî cih digirin.

Hevdîtinên Komisyona Destnîşankirina Mûçeyê Herî Kêm îro dest pê dikin.

Wezareta Kar û Ewlehiya Civakî ya Tirkiyeyê mazûvaniya civînê dike.

Di civînê de Konfederasyona Sendîkayên Xwediyê Kar a Tirkiyeyê (TİSK) nûnertiya xwediyên kar dike.

TURK-ÎŞ a ku konfedarasyona herî mezin a karkeran e jî nûnertiya karkeran dike.

Sekreterê Giştî yê Konfederasyona Sendîkayên Xwediyê Kar a Tirkiyeyê Akansel Koç serokatiya şanda xwediyên kar dike.

Alîkarê Serokê TURK-ÎŞê Ramazan Agar jî serokatiya şandeya karkeran dike.

Di hevdîtinên îsal de ji salên borî cudatir, di nav şandeya TURK-ÎŞê de ku ji pênc kesan pêk tê 4 karker hene.

Li Tirkiyeyê mûçeyê herî kêm ji 1ê Tîrmeha 2023yan ve 11 hezar û 402 lîreyên Tirkî ye.

Li gorî Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) enflasyona salane gihiştiye ji sedî 61,98an.

Li gorî ENAGê jî enflasyon gihiştiye ji sedî 129,27an.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji ber bihabûna zêde û zamên berdewam û mûçeyê herî kêm têra debara jiyanê nake.

Hêjayî gotinê ye ku Tirkiye yek ji wan welata ye ku ji %50 karmend û karker bi kêmtirîn mûçe mûçe distînin.