Hevdîtina Amerîka û Rûsyayê li ser Rojava-Sûriyê

10 mijdar 2021 00:46
Hevdîtina Amerîka û Rûsyayê li ser Rojava-Sûriyê

PeyamaKurd – Hefteya pêşiya me wê Îswîçre li bajarê Cenevreyê nûnerên Rûsya û Amerîkayê li ser mijara Sûriyê biaxifin. Li ser mijarê, wê koordînatorê Amerîkayê yê Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîkayê Brett McGurk û cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Verşinin biaxifin.

Hinek çavkaniyên dîplomatîk ragihandine ku wê her dû teref li ser biryara Neteweyên Yekgirtî ya di derbarê alîkariya mirovî de, bê çawa bigihînin Sûriyê berfirehtir bikin. Heman çavkanî ragihandine ku wê teşwîqa diyaloga navbera HSD ê û hukumeta Sûriyê çawa bikin, dê bibe mijareka dinê ya hevdîtinê.