Hesda Seibî êrîsa li ser Hêzên Pesmerge bi zimanekî tund sermezar kir

08 rêbendan 2022 15:29
Hesda Seibî êrîsa li ser Hêzên Pesmerge bi zimanekî tund sermezar kir

PeyamaKurd - Heşda Şeibî, di derbarê êrîşa do ya li ser Hêzên Peşmerge, daxuyaniyek belav kir.

Heşda Şeibî di daxuyaniya xwe de, êrîşa li ser Hêzên Peşmerge bi zimanekî tund şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Em her cûre êrîşa li ser Peşmerge, weke êrîşa li ser Heşda Şeibî dibînin.” Herwiha eşkere kiriye wê di derbarê êrîşê de dest bi lêpirsînê bikin.

Li sînorê Pirde, do bi şev bi moşekên katyûşa êrîşî sengerên Peşmerge kirin. Di encama êrîşê de, tu ziyanên canî çênebûn.