Hesda Sebî bi çekdarên DAISê hêza xwe berfirehtir dike
PeyamaKurd – Çekdarên Heşda Şebî û DAIŞê ku beriya salekê li herêmên herdu parêzgehên Nînowa û Kerkûkê di şerekî giran de bûn, lê îro berjewendiyên hevbeş çekdarên van herdu grûpan anî ba hevdu.
Kovara Amerîkî ya Foreing Policyê,di raporteke xwe de diyar kir, ku milîtanên Heşda Şebî hejmarek ji çekdarên berê yên DAIŞiyan girtine nav rêzên xwe, ji bo rêya şûnên xwe di civaka Sunneyên naverast û bakurê Iraqê de çêbikin. Encama vê yekgirtina Heşda Şebî û DAIŞê jî bo asayişa Iraqê bûye cihê tirs û xofê.
Milîtanên Heşdî Şebî, ku piraniya wan ji grûpên çekdarên Şîe ye, ji sala 2014a vir ve beşdarî şerê dijî DAIŞê ne û hejmareke pir ya ji wan grûpan li gel Îranê xwediyê peywendiyên nêzîk in. Ev herdu faktor wiha kir ku civaka Erebî ya Sunneyên Iraqê pêşwaziyeke germ li wan neke. Amerîka û hevpeymanî jî bi dudilî ne di hevpeymaniya dijî DAIŞê de cih bidin wan. Lê di 4 salên derbasbûyî de hêzên di nav Heşdî Şebî de li pişt baskên serbazî, hêzên xwe yên siyasî pêk anî. Grûpên ser bi Heşda Şebî di hilbijartina Parlamentoya Iraqê de 48 kursî bi dest xistin.
Li gor raporta Kovara Foreign Policy Heşda Şebî bo mezinkirina çembera desthilatiya xwe li Iraqê stratêjiya wergitina endaman guherandiye û niha li şûna xortên Şîe endamên berê yên DAIŞê tîne nav rêzên xwe.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin