'Herêma Kurdistanê xwedî nêrîneke taybet li ser paserojê ye'

27 sibat 2023 13:29
'Herêma Kurdistanê xwedî nêrîneke taybet li ser paserojê ye'

PeyamaKurd – Balyozê Giştî yê Îmarata Erebî li Hewlêrê Ehmed Îbrahîm Seîd El-Zehrî ragihand, Herêma Kurdistanê xwediyê îradeyeke rasteqîn e û serkirdayetiyek bi nêrînên taybet li ser paşerojê ye.

Balyozê Giştî yê Îmarata Erebî li Hewlêrê Ehmed Îbrahîm Seîd El-Zehrî derbarê pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Îmaratê de nirxandin kirin.

Ehmed Îbrahîm Seîd Zehrî diyar kir, li Îmarata Erebî dilgiraniyeke mezin ji bo Herêma Kurdistanê heye û tekez kir ku ev pêwendiyên han li ser bingeheke bihêz in û bi hewlên Serok Mesûd Barzanî destpê kirine.

Serkonsolos El-Zehrî da zanîn, serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya Îmarata Erebî û hevdîtinên di asta bilind de serkeftî derbas bûn û got, di demeke nêz de ev yek wê encamên erênî bi xwe re bîne.

El-Zehrî eşkere kir, pêşketina Herêma Kurdistanê gelekî balkêş e û got, "Îro Herêma Kurdistanê xwedî îradeyeke rasteqîn e û serkirdayetiyeke xwedî nêrînên taybet li ser pêşerojê ye."

El-Zehrî diyar kir, wê li Herêma Kurdistanê veguhertineke mezin çêbibe û got, "Nêrîna taybet a Mesrûr Barzanî û rêveberiya Herêma Kurdistanê ya derbarê paşeroja welatê xwe de wê rê li ber veguhertineke mezin veke."

Balyozê Giştî El-Zehrî derbarê hinardekirina berhemên Herêma Kurdistanê bi taybet narîkê bo bazarên Îmaratê, nirxand û got: "Diyaloga demkî ya Serok Barzanî ligel cotkarekî îro bû derfetek ji bo rêkeftina birêz Mesrûr Barzanî û Îmaratê."

El-Zehrî got: “Herêma Kurdistanê bi berhemanîna hingiv, hinar û berhemên din ên çandiniyê tê nasîn.” El-Zehrî da zanîn, hinara Helebce taybet e û bûye sembola herêmeke xwedî taybetmendiyên dîrokî.

Balyozê Giştî yê Îmarata Erebî, balkişand li ser giringiya aramî û asayîşa Herêma Kurdistanê, pêşxistina pêkvejiyana aştiyane li Herêma Kurdistanê bilind nirxand.