Herêma Kurdistanê xebatên xwe yên Îsveçê da rawestandin

21 tîrmeh 2023 03:47
Herêma Kurdistanê xebatên xwe yên Îsveçê da rawestandin

PeyamaKurd – Hukumeta Herêma Kurdistanê xebatên xwe yên Îsveçê da rawestandin. Ofîsa karên derve ya Herêma Kurdistanê ragihandinê kir ku piştî şewitandina Quranê li ber sefareta Iraqê ya li Stokholmê, xebatên xwe da rawestandin.

Ofis, di ragihandina xwe de bi şewitandina Quranê re tevgera avêtina ser sefaretxana Îsveçê ya li Bexdayê şermezar kir.

Iraqê xwestibû ku serkonsulê Îsveçê terka Iraqê bike. Biryara herêma Kurdistanê piştî ku Iraqê xwest serkonsulê Îsveçê yê Bexdayê welat terk bike, hat dayîn.