Her sê serokatiyên Iraqê derbarê rewsa dawî ya welat de civiyan
PeyamaKurd - Her sê serokatiyên Iraqê şeva borî derbarê rewşa li welat û pêşhatên herî dawî civiyan û tekezî li ser aramkirina rewşê, arambûna aliyan û rêgirtin li geşbûna aloziyan kirin.
Li gor daxuyaniya Serokomariya Iraqê, her sê serokatiyên welat, Serokomar Berhem Salih, Serokwezîrê Karbirêker Adil Ebdulmehdî û Serokê Parlamentoyê Mihemed Helbûsî li Koşka Aştiyê li Bexdayê civiyan.
‘Li ser berdewamiya parastina berjewendiyên Iraqê li hev kirin’
Serokomariya Iraqê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye, beşdarên li ser berdewamiya parastina berjewendiyên Iraqê, û asayişa siyasî û darayî di çarçoveya helwesteke niştimanî ya hevseng de di dema qeyranên navçeyî û navdewletî de, daku Iraq ji nakokî were bidûrgirtin, li hev kirin.
Her sê serokatiyan di civîna xwe de tekezî li ser aramkirina rewşê û rêgirîkirin li zêdebûna aloziyan kirin.
Li gor daxuyaniyê, her di vê civînê de tekezî li ser lezkirina di pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de, cîbicîkirina daxwaziyên çaksaziyê di piraniya astengên siyasî û aborî û xizmetguzariyan de kirin, bi awayekê serweriya Iraqê û asayişa welatiyan bihê parastin û di asta gefa terorîstan de be, heya ku serkeftina dawî tê misogerkirin.
Herwiha her sê aliyan herwiha tekezî li ser pêwîstiya parastina serweriya niştimanî ya Iraqê û rêgirtina ji destwerdanên derveyî û çareserkirina wan destwerdanan kirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin