Hengaw: Îran di nav 2 mehan de 102 kesan îdam kir

04 adar 2023 23:17
Hengaw: Îran di nav 2 mehan de 102 kesan îdam kir

PeyamaKurd – Rêxistina Mafên Mirovan Hengaw ragihand ku di nav 2 mehên dawiyê de di zîndanên Îranê de herî kêm 102 kes hatin îdamkirin. Ji îdamanên hatin kirin %33 yê wan Kurd in. Hengaw ragihandina xwe li ser belge û îstatîstîkan kir û got heya niha tenê karibûne nasnama 90 kesan tesbît bikin û ji bo tesbîta 12 kesên din lêkolîna rêxistinê dewam dike.

Di nav kesên îdamkirî de 33 kes ji wan Kurdin û siyasî ne. Di pey Kurdan de jimara îdamkiriyan ya herê zêde bi 15 kesan Belûcî tên. An ku nîvê kesên îdamkirî Kurd û Belûcî ne. Di nav sûcên wan de:

5 sûcdarên siyasî, 61 kes ji ber maddeyên hişbir, 34 kes ji kuştinan, 2 kes ji şêlandin û diziyê hatine îdamkirin.