Hemasê biryara rawestandina dîyalogê da

03 rêbendan 2024 23:25
Hemasê biryara rawestandina dîyalogê da

Peyama Kurd - Piştî ji alî Îsraîlê ve kuştina damezrîner Salih el-Arûrî û 6 payebilindên xwe Hamasê ragihand ku biryar daye hemû dîyalog û danûstandinên ligel Îsraîlê yên derbarê pevguhertina dîlên di dest wê de û agirbesta li Xezzeyê rawestandiye.

Jêderek leşkerî yê Filistînî ku nexwest navê xwe eşkere bike, di daxuyaniyekê de got ku Hamasê biryar daye ku dîyaloga bi Îsraîlê re ya di derbarê pevguhertina dîlên di dest wê de û girtîyên di girtîgehên Îsraîlê de û agirbesta li Xezeyê rawestîne.

Jêderê Filistînî diyar kir ku Hamasê bêyî ku navan bilêv bike, biryara xwe ya rawestandina danûstandinan ji navbeynkaran re ragihandiye.

Serokê Buroya Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniye, beriya kuştina el-Arûrî gotibû ku Hamasê pêşniyazên Misir û Qeterê yên di derbarê agirbesta li Xezzeyê de erênî pêşwazî kirîye û nêrîna xwe ya di vê mijarê de ji wan re ragihandîye.

Piştî kuştina Arûrî Hamas û komên din ên Filistînî, bi drûşmên tûnd domandina şer ragihandin.

Beriya 7ê Cotmehê dema ku Îsraîlê dest bi êrîşên xwe yên li ser Xezzeyê kir, medyaya Îsraîlê Arûrî bi sazkirina plana çalakiyên li dijî rûniştvan û hêzên Îsraîlî yên li Şerîaya Rojavayê Filistînê tawanbar kir û daxwaz kir ku bê kuştin.

Hêzên Îsraîlê di 31ê cotmehê de mala Arûrî ya li bajarokê Arura ya li nêzî bajarê Ramallahê yê Şerîeya Rojava bombebaran kiribûn lê Arûrî ne li malê bû.