Hemas: Me wek bersiva hewldanên Erdogan dîlên Taylandî berdan

26 mijdar 2023 16:01
Hemas: Me wek bersiva hewldanên Erdogan dîlên Taylandî berdan

PeyamaKurd – Tevgera Hemasê, li ser berdana 4 dîlên Taylandî ragihand ku wan wekî bersiva hewldanên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ên bo Xezeyê, ew hatine berdan.

Hemasê daye xuyakirin, "Wekî bersiva hewldanên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ên bo Xezeyê, dîlên Taylandî hatin berdan.”

Di çarçoveya agirbesta 4 rojî û lihevkirina Îsraîl û Hemasê de, pevguhertina duyem a dîlan hate kirin û li beramber 13 îsraîlî û 4 Taylandiyên di destê Hemasê de, 39 girtiyên Filîstînî hatin berdan û radestî Heyva Sor a Navnetewî hatin kirin.