Hemasê li sûna Îsmaîl Heniye, Mihemed Îsmaîl Derwês hilbijart

06 tebax 2024 19:51
Hemasê li sûna Îsmaîl Heniye, Mihemed Îsmaîl Derwês hilbijart

PeyamaKurd - Tevgera Hemasê ragihand ku wan li şûna Serokê Nivîsgeha Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniye ku roja 31ê Tîrmehê li Tehranê bi sûîqestekê hatiye kuştin, Mihemed Îsmaîl Derwêş ji bo serokê nivîsgeha siyasî hilbijartiye.

Tevgera Hemasê roja şemiyê ragihandibû ku wan dest bi tedbîrên şêwirên fireh li saziyên xwe yên rêvebiriyê kirine ku serokekî nû ji bo nivîsgeha siyasî hilbijêrin.

Li gorî desteya rêveberiya tevgerê, endamên Meclîsa Şêwirê ya Navendî ku ji 50 endaman pêk tê, endamên Nivîsgeha Siyasî ya Navendî ya tevgerê û serok hildibijêrin.