Hemasê bersiv da daxuyaniya Wezîrê Îsraîlê ya bo çekdanînê: Xeta sor e!

04 adar 2025 23:01
Hemasê bersiv da daxuyaniya Wezîrê Îsraîlê ya bo çekdanînê: Xeta sor e!

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Îsraîlê Godeon Saar îro 4ê Adarê li ser qonaxa duyem a agirbesta Xezeyê ragihandibû ku ti lihevkirine li ser tune ye û ew ji bo dest bi bicihanîna qonaxa duyem bikin daxwaza derxistina çekdarên Hemasê Xezeyê dikin.

Berpirsê bilind ê Hemasê Samî Ebû Zûhrî, bersiva Wezîrê Derve yê Îsraîlê da û got, danîna çekan ji bo tevgera wan xeta sor e.

Samî Ebû Zûhrî da zanîn, “Her gotineke di vî warî de bêmane ye û em qet dest ji vê mijarê bernadin û danûstandin li ser nayên kirin.”