Hemasê 3 rehîneyên din jî berdan
08 sibat 2025 15:29
PeyamaKurd – Îro li gorî rêkeftina di navbera çekdarên Hemasê û Îsraîlê de cara 5emîn a pevguhertina rehîne û girtiyan e.
Hat ragihandin ku berî pevguhertina dîl û girtiyan, baskê leşkerî yê Hamasê, Tûgayên Îzzeddîn el-Qasim, li devereke diyarkirî ya bajarê Dêr Belaxê kom bûn.
Hemasê 3 rehîneyên Îsraîlî Elî Şerabî, Ohad Ben Amî û Or Levy li Dêr Belaxê berdan.
Tîmeke Xaça a Sor a Navneteweyî 3 rehînên Îsraîlî li Dêr Belaxê a navenda Xezeyê wergirtin.
Bendewarî ew e ku li hemberî berdana van her 3 rehîneyên Îsraîlî, dewleta Îsraîlê jî 183 girtiyên Filistînî berde. Xebatên berdana girtiyên di Girtîgeha Oferê de dewam dikin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Hemasê 2 rehîneyên din jî berdan
01 sbt 2025
Jiyan
Hemasê dest bi berdana 8 rehîneyên din jî kir
30 rbn 2025
Rojhilata Navîn
Li Îraqê lêborîna giştî: Bi deh hezaran kes hatin berdan
04 sbt 2026
Rojhilata Navîn
Artêşa Îsraîlê: Berpirsê darayî yê Hemasê hat kuştin
25 brf 2025
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin