Helîkoptera rûsî li Hesekê rastî êrîsê hat

27 îlon 2021 17:59
Helîkoptera rûsî li Hesekê rastî êrîsê hat

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku helîkoptereke leşkerî ya Rûsyayê li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê rastî êrîşeke bi çekan hat.

Li gorî ragihandina Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) piştî êrîşa asmanî ya balafirên rûsî bi ser komên çekdar de li herêma Efrînê ku 11 çekdarên koma Hemzet hatibûn kuştin, li Hesekê êrîşek li dijî helîkoptereke rûsî hatiye kirin.

Hat diyarkirin ku êrîş li gundewarê Hesekê li dorûbera Til Temir a Rojavayê Kurdistanê hatiye kirin, lê helîkopterê derb nexwariye.

SOHRê diyar kiriye ku helîkopterê piştî êrîşê rêya xwe guherandiye û wekî tedbîra ewlehiyê balonên termal bikar anîne.