Helbûsî: Beriya bicihanîna madeya 140î divê aware vegerin malên xwe
PeyamaKurd - Serokê parlamentoya Iraqê ragihand, divê rewşa deverên nakok û navçeyên derveyî îdareya herêma Kurdistanê yên dikevin çarçoveya madeya 140 a Destûra Iraqê pêşî were asayîkirin û piştre jî gelê wan navçeyan biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin.
Serokê parlemena Iraqê Mihemed Helbûsî di civîneke ligel medyakaran de, behsa rewşa Iraqê û guhertinên herî dawî yên li heremê kir û got, pêwîst e navçeyên ku şer lê çêbûne û wêran bûne, bêne avadankirin daku xelk bikare vegere navçeyên xwe.
Helbûsî rewşa Şingalê weke mînak anî ziman û got: “Heta niha jî xelkê Şingalê nevegeriyaye û lewra jî divê destpêkê rewş bê asayîkirin û piştre madeya 140 bê cîbicîkirin.”
Helbûsî li ser bicihanîna madeya 140 di civînê de wiha axivî:
“Derbarê maddeya 140 de gelek nîqaş hene, weke mînak îro em li ser wan bajaran diaxivin, bajarê Şingalê ez çawa behsa rewşa vî bajarî bikim, bi madeya 140, yan navçeyên Deşta Nînowayê yan çend navçe li Diyale li Kerkûk û li Selahedînê ku heta niha nîştecihên wan nevegeriyane. Di esasê de li gor madeya 140, nîştecihên wan navçeyan dê çarenivîsa navçeyên xwe diyar bikin. Bila destpêkê em wan awareya vegerînin, wan vegerînin navçeyên wan û seqamgîr bin ji bo ku bikarin vê pêngavê bavêjin. Ew biryarê li ser çarenivîsa xwe didin, paşê parlamento dê kar li ser derxistina her yasayeke têkildarî vê pirsê bike.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin