Hejmarek malbatên DAISê yên li Kampa Holê bo Iraqê têne veguhestin

24 gulan 2021 01:30
Hejmarek malbatên DAISê yên li Kampa Holê bo Iraqê têne veguhestin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku bi qasî 100 malbat ji kampa Holê ya li Rojavayê Kurdistanê ji bo Iraqê têne veguhestin û li kampeke Mûsilê têne bicihkirin.

Serokê Komîteya Herêm û Parêzgehan li Parlemana Iraqê Şêrwan Duberdanî eşkere kir ku roja Sêşema bê, nêzîkî 100 malbatên çekdarên DAIŞê yên Iraqî ku li kampa Holê dimînin, wê ji bo kampa Cedaa ya li başûrê Mûsilê bêne veguhestin.

Şêrwan Duberdanî da xuyakirin ku malbatên terorîstên DAIŞê yên li Kampana Holê, roja Sêşemê digihin Mûsilê.