Hejmara pêketiyan 25 milyonan, ya miriyan jî 848 hezar kesan derbas kir
PeyamaKurd - Li gorî amarên dawî li seranserê cîhanê hejmara pêketiyên vîrusa koronaya nû (Covid-19) 25 milyon kesan derbas kir û herwiha hejmara miriyên ji wê nexweşiyê jî gihîşt 848 hezar û 916 kesan.
Li gorî amarên dawî yên li seranserê dinyayê hatine tomarkirin, heta niha 25 milyon û 315 hezar û 308 kes bi vîrusa korona ketine û 848 hezar û 916 kes jî pê mirine.
Hejmarên herî zêde heta niha li Amerîkayê hatine tomarkirin ku hejmara pêketiyan 6 milyon û 158 hezar û 686 kesan derbas kiriye.
Welatê Brezîlya (3 milyon û 812 hezar û 605), Hindistan (3 milyon û 508 hezar û 95), Rûsya (985 hezar û 346), Perû (629 hezar û 961), Afrîkaya Başûr (620 hezar û 132), Kolombiya (590 hezar û 520), Meksîka (585 hezar û 738), Îspanya (455 hezar û 621), Şilî (405 hezar û 972) û Arjantîn (392 hezar û 9) pêketiyan li pey Amerîkayê tên.
Vîrusa korona ku ji bajarê Vuhan a Çînê li seranserê dinyayê belav bûye, ji bilî windayên canî sektora tenduristiyê û aboriya welatan jî serobinî hev kiriye.
Ji ber ku heta niha derziyeke koronayê ya pesendkirî û piştrastbûyî nehatiye pêşxistin, tê çaverêkirin di mehên zivistanê de pêlên nû yên wê nexweşiyê werin û rewş hîn xerabtir bibe.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin