Hejmara miriyên êrîsa otelê zêde bû: 15 kesan can da

16 rêbendan 2019 16:46
Hejmara miriyên êrîsa otelê zêde bû: 15 kesan can da

PeyamaKurd - Di encama êrîşa rêxistina El-Şebab a bi ser oteleke Nairobî ya paytexta Kenyayê de, hejmara miriyan gihîşt 15 kesan.

Êrîşa terorî şeva borî bi teqandina otomobîlan hatibû kirin û xwekujekî jî xwe li lobiya otelê teqandibû.

Piştî êrîşê çekdarên El Şebabê ketibûn hûndirê otelê bi tîmên dijeterorê yên Kenyayê re şer kirin ku di encamê 15 kesan can da ku yek ji qurbaniyan Amerîkî yek jî îngilîz e.

Hat ragihandin ku hîn jî rewşa li otelê aram nebûye û gelek kesên di otelê de asê mane li benda alîkarî û hawarçûnê ne.