Hejmara mirî û birîndarên teqîna Beyrûdê zêde bûn
06 tebax 2020 14:15
PeyamaKurd – Hejmara miriyên teqîna 4ê Tebaxê ku li paytexta Lubnan Beyrûdê rû dabû, her diçe zêdetir dibe.
Li gor Hikûmeta Lubnanê ragihand, hejmara kuştiyên teqîna Beyrûtê gihîştiye 137 kesan û derdora 5 hezar kesan jî birîndar hene.
Wezîrê Tenduristiyê yê Lubnanê Hemd Hesen, îro amarên dawî ragihand.
Tê gotin ku hinek kes jî wenda ne û nayê zanîn sax in yan jî hatine kuştin, birîna hinek birîndaran jî giran e loma tê texmînkirin, hejmara mirî û birîndaran zêde bibe.
Hikûmeta Lubnanê ji ber teqîna Beyrûtê sê rojan şîna giştî ragihandiye.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Hejmara mirî û birîndarên otobûsa ku ji kendalê wer bûbû eskere bû
30 trm 2023
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin