Hejmara kustiyên Îsraîlê 700 kes derbas kir
PeyamaKurd – Medya Îsraîlê ragihand, hejmara Îsraîliyên ku di du rojên borî de ji aliyê komên Filistînî ve hatine kuştin, 700 kes derbas kiriye û nêzîkî 2200 kes jî birîndar bûne.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê jî diyar kir, di bombebaranên Îsraîlê de 470 kesan li karta Gazzeyê canê xwe jidest dane û zêdeyî 2100 kes jî birîndar bûne.
Rayedarên tenduristiyê yên Filistînê eşkere kirin, ji tirsa bombebarana Îsraîlê, 70 hezar kesî li Gazzeyê xwe spartine dibistanan.
Hevdem jî, şer û pevçûnên di navbera artêşa Îsraîlê û Hemasê de li navçeyên Sidort, Eskelan û 5 deverên din ên Karta Gazzeyê berdewam dikin.
Li gorî ajansa “Reuters”, hejmara Îsraîliyên ku ji aliyê komên Filistînî ve dîl hatine girtin, gihîştiye zêdetirî 150 kesî û 700 kes jî winda ne.
Hat zanîn, şeva borî û îro danê sibê jî artêşa Îsraîlê di bonbebarankirina karta Gazzeyê de berdewam bû û cihê sivîlan û cihê ku tevgera çekdarên Hemasê lê heye armanc kirin.
Artêşa Îsraîlê ragihand, wan şeva Yekşemê û Duşemê "zêdetir ji 500 cihên" tevgera Hemas û Cîhada Îslamî li Gazzeyê bombebaran kirine.
Roja 7ê Cotmehê baskê leşkerî yê Tevgera Hemasê zêdetir ji 5 hezar moşek ji Karta Gazzeyê avêtin herêmên Îsraîl û cihûyan. Hejmarek ji çekdarên filistînî jî sînorê derbasî navçeyên di bin kontrola Îsraîlê bûn û şerê kolanan di navbera wan û hêzên ewlehiyê yên Îsraîlê derket.
Li hember vê yekê Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu şer li dijî Hemas û komên çekdar ên Filistînî ragihand û bang li xelkê Gazzeyê kir ku deverên xwe vala bikin, piştî wê jî artêşê dest bi êrîşên bejayî û asmanî li ser Gazzeyê kirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin