Hedad: Canê xwepêsanderekî Iraqê ji hemû saziyên dewletê pîroztir e
PeyamaKurd - Cîgirê Serokê Parlementoya Iraqê Dr. Beşîr Hedad derbarê xwepêşandanên Iraqê da daxuyaniyek belav kir û tê da ragihand canê xwepêşanderekî Iraqê ji hemû saziyên dewletê pîroztir e.
Îro roja înê (25.10.2019) Dr. Beşîr Hedad derbarê xwepêşandanên li parêzgehên Iraqê daxuyaniyek belav kir. Di wê daxuyaniyê xwe da Hedad daxuyaniya xwe arasteyî fermandeyê hêzê parastina Parlementoya Iraqê jî kiriye û daxwaz jê kiriye ku di eger hatina xwepêşanderan bo nêzîkî Parlementoya Iraqê çek û tûndûtujî neye bikarînîn. Herwiha Hedad ragihandiye canê xwepêşanderekî Iraqê ji hemû saziyên dewletê pîroztir e.
Di berdewamiya daxuyaniya xwe jî da Hedad daye zanîn ku divê bi awayekî medenî danûstendin ligel xwepêşanderan reftar were kirin bo ku rewşa aloz bi kêrî neyarên Iraqê nebe.
Herwiha Hedad bang li xwepêşanderan jî kiriye ku bi awayekî medenî dûr li tûndûtujiyê xwepêşandanan bikin û peyama xwe bigihînin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin