HDP: Protokola ku Kilicdaroglu eskere kiriye li dijî prensîbên demokratîk e, em ê sibe helwesta xwe eskere dikin

24 gulan 2023 23:10
HDP: Protokola ku Kilicdaroglu eskere kiriye li dijî prensîbên demokratîk e, em ê sibe helwesta xwe eskere dikin

PeyamaKurd – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çep a Kesk piştî civîna Desteyên Navendî yên herdu partiyan li ser mijara gera duyem a hilbijartinên serokomariya Tirkiyê û protokola navbera namzedê serokomariyê Kemal Kilicdaroglu û serokê Partiya Zaferê Umît Ozdag, daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de, hate ragihandin ku ew mijara berdewamkirina danîna qeyûman a di protokolê cî girtiye û li dijî hiqûqa navnetewî û demokrasiyê ye, qebûl nakin û ew dê piştî nirxandinan sibe 25ê Gulanê helwesta xwe eşkere bikin.

Derbarê mijara qeyûman de hat diyarkirin, “Tayînkirina qeyûman a xespkirina îradeya gel ji aliyê hiqûq û demokrasiyê ve nayê qebûlkirin û nêzîkatiya me ya di vê mijarê de neguher e.”

HDP û YSPê destnîşan kir ku di protokola ku îro Kilicdaroglu eşkere kiriye de, gotinên derbarê mijarê de (qeyûm) li dijî prensîbên hiqûqa navnetewî yên demokratîk e û helwesta me di vê mijarê de zelal e.

Herwiha hatiye diyarkirin ku hilbijartina 28ê Gulanê veguheriye referandûmê û ew hay ji lîstikên têne lîstin û xefikan hene û ew nirxandinên xwe bi pêkhateyên xwe re didomînin.

Di dawiyê de jî hatiye ragihandin ku ew dê biryar û helwesta xwe ya dawî bo vê hilbijartinê sibe 25ê Gulanê  eşkere bikin.