HDP: Me serdana partiyên opozîsyonê kir, lê li me venegeriyan!
PeyamaKurd – Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mithat Sancar, derbarê xebatên tifaqên hilbijartinên Tirkiyê de axivî û got ku wan beriya niha serdana hemû partiyên opozîsyonê kiriye, lê ti partiyek ji wan li wan venegeriyaye.
Sancar li ser civîna serokên 6 partiyên opozîsyonê got ku wan negotiye çima ew jî ne li wir in, lewra polîtîkayeke wan jî heye.
Mithat Sancar diyar kir, “Me çi xwest ji opozîsyonê? Me deklarasyona xwe weşand. Me got, hûn jî bi me re vê deklarasyonê ligel diyalog û gotûbêjan binirxînin. Me serdana 4 partiyên opozîsyonê kir. Me got li me vegerin. Li me venegeriyan.”
Sancar li ser hilbijartinên dahatuyê yên Tirkiyê jî got, ew dikarin di hilbijartinên parlamenteriyê de cuda bikevin hilbijartinê, lê divê namzedekî hevpar ê opozîsyonê hebe û ew heger li ser li hev bikin ewê piştgiriyê bidin wî namzedî.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin