HDP îro ji bo doza xwe ya girtinê parastina xwe pêskêsî AYMê dike
PeyamaKurd – HDP ji bo doza xwe ya girtinê, parastina xwe ya 150 rûpelî îro pêşkêşî AYMê dike.
Komîsyona Hiqûqê û Mafê Mirovan a HDPê, paastina xwe ya pêşî ya ji bo doza girtina xwe amade kir. Parastina HDPê ji 150 rûpelan pêk tê. Li gorî agahiya ku HDPê li ser mijarê da, wê Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDPê yê ji Komîsyona Mafê Mirovan û Hiqûqê Berpirsyar Umît Dede, Endamê Meclîsa Partiyê ya HDPê Dogan Erbaş û Parlamenterê HDPê yê Hiqûqnas Mehmet Ruştu Tîryakî jî di nav de, wê ji HDPê heyetek, parastinê saet di 16.00an de pêşkêşî AYMê bike. Di parastinê de îtîrazên hiqûqî hatine kirin.
Herwiha li aliyê din, wê sibê HDP saet di 11.00an de li navenda xwe ya giştî, derbarê parastina xwe de civîna çapemeniyê li dar bixe û agahiyên berfirehtir bi raya giştî re parve bike.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin