HDP Dîlok û Riha jî tê de li 7 bajarên mezin namzedan nîsan nade

28 rêbendan 2019 17:23
HDP Dîlok û Riha jî tê de li 7 bajarên mezin namzedan nîsan nade

PeyamaKurd - Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) biryar da ku li 7 bajarên mezin namzedên hilbijartinên şaredariyan destnîşan neke ku 2 bajarê bakurê Kurdistanê jî di nav de ne.

Navenda Birêveberiyê û Meclîsa Partiyê ya HDPê ji bo bajarên Tirkiyê û hin bajarên bakurê Kurdistanê stratejiya xwe ya hilbijartinên 31ê Adara 2019an diyar kirin.

Li gor biryarê dê HDP li bajarên wekî Stenbol, Enqere, Mersîn, Îzmîr, Dîlok, Riha û Edeneyê namzedan nîşan nede û piştgiriya opozîsyona Tirkiyê bike.

Herwiha tê çaverêkirin ku her çiqas bi awayekî eşkere nehatibe ragihandin jî CHP li hin bajar û navçeyên Tirkiyê hejmarek namzedên HDPî nîşan bide û li wan deveran tifaqên herêmî yên hilbijartina şaredariyan bike.