HDP bo gefên êrîsên ser Rojava: Erdogan hêrsa xwe ji Kurdan derdixe!
PeyamaKurd - Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay, îro 14ê Cotmehê li navenda HDPê ya Enqerê civîneke rojnamevanî li dar xist.
Ebru Gunay di civîna rojnamevanî de rexne li siyaseta Tirkiyê girt û li ser gefên bo destwerdana leşkerî ya Rojavayê Kurdistanê got, Serokê Rûsya Valdimir Putîn û Serokê Amerîkayê Joe Biden ultîmatom didin desthilatdariya Tirkiye, ew jî hêrsa xwe ji Kurdan derdixe.
Gunay diyar kir: “Li şûna ku ji polîtîkaya Sûriyê ya ku bi eşkere sûcên şer tê kirin, dersan werbigirin, vê hefteyê pêşî Erdogan û piştre Çavuşoglu gef xwarin ku dê dîsa êrîşî Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê bikin.Pûtîn di mijara Idlibê de ultîmatom dide, ew gefan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe. Ew dê bi Biden re hevdîtin bikin, ew gefan li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe. Ev hukûmet bi tevahî hukûmetek şer e. Derdê wan tenê ew e ku her kesî di vî şerî de bikar bînin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin